Saturday, March 1, 2014

Koma Wetan


Koma Wetan
yekemîn koma 'rock a kurdî' ye.


Kom di sala 1972an de ji aliyê Kerem Gerdenzerî  ve hate damezirandin.  Endamên komê heta sala 1975a diguhere.

Sazbendên Koma Wetan ên 1975an

  • Baterî– Rafaêlê Şamilê Dasinî
  • Klavye– Lêvon Grîgorî Şaxbazyan
  • Solo-gîtar, vokal – Omarê Sebriyê Recevî
  • Berpirsyarê komê, bass-gîtar, vokal – Keremê Taharê Gerdenzerî
Di sala 1977an de li Gurcistanê tevli mîhrîcaneke dibin û ew mîhrîcan ji aliyê Sovyetan ve bi awayekî zîndî li pir welatan tê pêşkêşkirin. Kom di vê mîhrîcanê dibe yekemîn kom di beşa "Muzîka Nûjen". Piştî wê mîhrîcanê êdî navê Koma Wetan jî li cîhanê û di nav kurdan de belav dibe.

Kom di sala1979an de albumeke ji 12 stranan pêk tê bi navê "Bayê Payîzê" 
amade dikin. Ev album li bajarê Tiblîsê bi alîkariya şîrketa "melodiya" ve li stûdyo ya wê çê çêkirin. Album di sala 1989an de li fabrîka Aprêlêvskî Ordêna Lênîn hate çapkirin û belav kirin. Şîrket banga komê dike ku werin pereyên xwe bistînin lê Koma Wetan ji şîrketa muzîkê re dibêje pereyan bişînin hesabê bankeke Londonê ya ji bo alîkariya xelkê Helepçe vebûye.

Di sala 1991an de Koma Wetan belav dibe.


Kerem Gerdenzerî



Piştî Koma Wetan belav dibe Kerem Geredenzerî û malbate xwe di sala 1992an de  diçin Moskowê. Kerem Gerdenderî piştî belavbûna komê dev ji xebatê muzîkê bernade û 5 albumên din derdixe.

Stranbêj niha li ser albumeke nû dixebite.



Azadî (1997)
Hewar (1999)
Stranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor (2001)
Stranên hilbijartî ji albumên Kerem T. Gerdenzerî (2004)
Rojbaş Amed / Veger (2013)



Tîpî Zankoy Slêmanî


Komek rockê ji zaningeha Silêmaniyê (başûrê Kurdistanê) ye. Di dawiya 1970an de çend muzîk amade kirine. Navê solîstên komê Farûq û Kamîl e. Tu agahî di derbarê albuma wan de tune ye. Çend muzîkên amade kirine hun dikarin li jêr bibînin.



http://www.youtube.com/watch?v=4DvRYdEth34&list=PL9nATiPG-wPQcvb6z6EbI02uWDP9lSUml

Sozdar

 
Yekemîn stranbêja  rocka Kurdî ye. 

 Bi navê Kejê (1997) albûmek wê heye. 













Zelemele


Stranbêjekî Kurdî(Zazakî) ye.  Di 1ê Nîsana 1975an de li Mamekî ya parêzgeha Dersimê hatiye dinyayê. Di 1993an de çûye zaningeha Anadolu ya Eskişehirê. 1995an de wî û 5 hevalên xwe koma Diyar avakirin. Di 1997an de ji zaningehê destûryar girt. 1999an de çû Istenbolê(istanbul) û albuma xwe ya yekemîn bi navê “ŞÊLÊ” di cotmeha 1999an de derdixe. Albuma duyemîn bi navê “AMEYME”  piştî 2 salan di tîrmeha 2001an de derdixe. Di sala 2003an de ji bo hilbijartinan ji DEHAPê re muzîkekê amade kiriye. Di sala 2006an de albuma xwe ya sêyemîn bi navê “MUNZUR O” derdixîne. Di sala 2010an de albuma çaremîn bi navê “DÊSU RA DOY`M- DUVARLARİN ÖTESİNE” ku Kurdî-Tirkî ye derdixe. Ji sala 2002an û vir de li Almanyayê dijî.

Zelemele
Şêlê
1999
Zelemele
Ameyme
2002
Zelemele
Mûnzûr o
2006
Zelemele
Dêsu ra Doy`m
2010

Koma Çar Newa

Dê agahiyên nû were nivîsîn

3 albumên vê komê hene

Sî (2002)
Mak(2003)
Zîz(2007)

Burhan Berken

Burhan Berken Ba 2001
Burhan Berken Jar û Evîn 2004
Burhan Berken Jar û Evîn 2005
Burhan Berken Şev û Roj 2007
Burhan Berken Êvar 2011

Koma Wetan

Koma Wetan yekemîn koma 'rock a kurdî' ye. Kom di sala 1972an de ji aliyê Kerem Gerdenzerî  ve hate damezirandin.  Endamên komê...